• Sunday, 28 July 2024
logo

Fîlma kurdî ya “Di bin sitara dara berûyê de” li Japonya hat xelatkirin

Fîlma kurdî ya “Di bin sitara dara berûyê de” li Japonya hat xelatkirin
Belgefîlma kurdî ya bi navê “Di bin sitara dara berûyê de” li Japonya hat xelatkirin.

Belgefîlma “Di bin sitara dara berûyê”, ku ji aliyê derhênerê kurd Mehdî Nûr Mihemedî ve hatiye çêkirin, di festîvala fîlmên ajelan de hat xelatkirin.

Fîlm li darên berûyê yên devera Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye kişandin. Di fîlmê de behsa jiyana sivoriyan û metirsiyên li ser jiyana wan tê kirin.

Festîvala fîlmên ajelan her du sal carekê li Japonya tê lidarxistin. Îsal 30 fîlman di festîvalê de hevrikî kirin.

Basnews
Top