Fîlmeke kurdî xelata ‘’Xencera Zêrîn’’ a 2018ê wergirt!
![Fîlmeke kurdî xelata ‘’Xencera Zêrîn’’ a 2018ê wergirt!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/ac5a3d2a4ddbf42e341659d6bf6409bd_L.jpg )
Derhênerê fîlma dekomanterî ya bi navê ‘’Rûbirûbûna Mirinê’’ Serwer Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Fîlim bi navê Rûbirûbûna Mirinê ye û sala 2017ê me kar li ser kiriye û ew fîlim aşkera kirina hest û viyan û gehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê ya şerê li hember çekdarên DAIŞê ye.’’
Herwaha got: ‘’Ev fîlim 45 hûrdeman pêktê û li gelek welatên biyanî û qada navnetewî hatiye pêşkeş kirin û em dilxweşin weke fîlmeke dekomanterî ya kurdî karî ji bo sala 2018ê xelatê ‘’Xencera Zêrîn’’ werbigre û emê berdewam bin li ser çêkirina fîlmên waha ku hemû cîhanê agahdar bikin ku Pêşmerge cengawerê hemû cîhanê ye.’’
Basnews