• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Festîvala Fîlman a Norweçê 2 Kurd bûne jurî

Li Festîvala Fîlman a Norweçê 2 Kurd bûne jurî
Herdu rêveberên Bernameya Hunerî li Festîvala Fîlmên a Navnetewî ya Duhokê Şemal Sebrî û Bîna Qeredaxî weke juriyên Festîvala Filmên Navnetewî ya Amandusa Norweçê hatine destnîşankirin.

Festîvala Filmên Navnetewî ya Amandusa Norweçê ku di navbera 21 û 28ê Adarê de te sazkirin Şemal Sebrî û Bîna Qeredaxî wek jurî cihê xwe girtine.

14 fîlm di çarçoveya Festîvala Filmên Navnetewî ya Amandusê de ketine pêşbirkê.

Bîna Qeredaxî ku yek ji damezrînera Festîvala Fîlmên a Navnetewî ya Duhokê ye ji Rûdawê re wiha hestên xwe anî ziman: “Wek 2 kesên Kurd ji bo me kêyfxweşiyeke mezin e em wek jurî li Festîvala Filmên Navnetewî ya Amandusê hatine destnîşankirin.”

Qeredaxî wiha got: “Em di qebûkirina fîlman de gihîştine qonaxeke nû. Em bi ezmûnên xwe êdî dikarin fîlmên serkevtî hilbêjerin.”

Çalakvana Kurd da zanîn ku wan tevî krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê kariye Festîvala Fîlmên a Navnetewî ya Duhokê berdewam bikin û got jî îsal 6emîn Fîlmên a Navnetewî ya Duhokê dê bê sazkirin.

Şemal Sebrî û Bîna Qeredaxî di destpêka festîvalê de li ser mijara li Kurdistan û Rojhilata Navîn panelek saz kirin.

Qeredaxî eşkere kir ku di navbera festîvala fîlman a Duhok û Amandusê de ji bo piştevaniya ciwanên li Kurdistanê dê platformekê saz bikin.

Rudaw
Top