• Sunday, 28 July 2024
logo

Fîlmek li ser mêrxasiya Pêşmerge li festîvala navdewletî ya Umanê de tê nîşandan

Fîlmek li ser mêrxasiya Pêşmerge li festîvala navdewletî ya Umanê de tê nîşandan
Belgefîlmek li ser mêrxasiya Pêşmerge di şerê DAIŞê de di festîvaleka navdewletî ya fîlman de tê nîşandan.

Belgefîlma bi navê “Mirin Li Hember Qutkirina Kabloyê”, ku li ser mêrxasî û qehremaniya Pêşmerge di şerê DAIŞê de hatiye çêkirin, dê di festîvala navdewletî ya fîlman li paytexta Uman-Mesqetê were nîşandan.

Derhênerê wê fîlmê Serwer Ebdullah ji BasNewsê re got, fîlma me dê roja 26 vê mehê li Mesqetê di festîvala fîlman de were nîşandan.

Serwer Ebdullah her wiha got, 500 fîlm bo festîvalê hatibûn şandin lê tenê 36 fîlm hatine qebûlkirin. Fîlma me jî yek ji wan fîlman e.

Li ser naveroka fîlmê jî Serwer Ebdullah got, fîlm li ser tîmeka pûçkirina mîn û bomban e yên ku terorîstên DAIŞê li eniyên şer li dijî hêzên Pêşmerge danîne. Aktor û lîstikvanên me bo wê fîlmê nêzîkî 2 salan li nav hêzên Pêşmerge de bûn da ku fîlm nêzîkî rastiyê be.

Derhênerê fîlma “Mirin Li Hember Qutkirina Kabloyê” da zanîn ku heta niha fîlma wî li gelek welatan hatiye nîşandan û çend xelatên girîng jî bi dest aniye.

Basnews
Top