• Sunday, 28 July 2024
logo

Televîzyona Erebîstana Siûdî rêzefîlmên Tirkiyê qedexe kirin

Televîzyona Erebîstana Siûdî rêzefîlmên Tirkiyê qedexe kirin
Navenda Nûçeyan – Televîzyona Erebîstana Siûdî ya herî zêde tê temaşekirin MBCê biryara rawestandina weşana rêzefîlmên Tirkiyê da.



Li gor nûçeya rojnameya ingilîzî ya li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî bi navê The National derdikeve, rêveberiya MBCê ferman daye 11 kanalên di bin bane xwe de rêzefîlmên Tirkiyê ji pexşa xwe rakin.



Di nûçeyê de tê gotin ku ev biryar ji nişka ve hatiye standin û hê jî sedemên wê nehatine zanîn.



Berdevkê MBC Groupê Mazen Hayek ji The Nationalê re biryar piştrast kiriye, lê derbarê biryarê de ti hurgîlî nedane.



Mazen Hayek got: “MBCê jî weke çend grûbên medyayî biryar daye ku li welatên erebî weşana rêzefîlmên Tirkiyê neke.” Hayek da zanîn ku ew biryar roja 2yê Adarê hate standin.



Li gor nûçeya navborî MBCê heta niha weşana 6 rêzefîlmên Tirkiyê rakiriye.

Rudaw
Top