• Sunday, 28 July 2024
logo

Dengbêjê navdar Mehmûd Qizil çû ser dilovaniya xwe

Gulan Media February 1, 2018 Hunerî
Dengbêjê navdar Mehmûd Qizil çû ser dilovaniya xwe
Dengbêjê navdar Mehmûd Qizilê ku di sala 1939an de li bajarokê Farqînê ji dayik bibû ji ber nasaxiya xwe ya dil di 79 saliya xwe de li bajarê Amedê çû ser dilovaniya xwe.



Binevşa Narîn û Cembeliyê Mirê Hekkarî, Îbo Begê Pasînî, Ciwaniyê û Nazewicim bi dengê wî li çar aliyê cîhanê belav bû, Mehmûd Qizil ew kes bû ku di sala 1965 an de cara pêşîn plaka bi Kurdî derxistibu û herwiha di temenê xwe de bi 53 plakên Kurdî piştî Eyşe Şan û Huseynê Farê bi salan di dîwanxaneyên Bakurê Kurdistanê de dengbêjî kir.



Qizil evîndarekî bajarê Amedê bû; lê piştî şerê nav taxa Sûrê wî ji navenda bajêr koç kir û mala xwe bir gundê Çolaxan ê ser bajêr, dengbêjê navdar ev 3 sal bûn ku êdî nedikariya stranan bêje û li gundê Çolaxan bi zarok û neviyên xwe re wext derbas dikir.



Mehmûd Qizilê ku di sala 1939 an de li bajaroka Farqîna Amedê ji dayik bibû ji ber nasaxiya xwe ya dil li bajarê Amedê çû ser dilovaniya xwe. Koça Mehmûd Qizil di serî de li bajarê Amedê di nav hemû Kurdên cîhanê de xemgîneyeke mezin peyda kir.



Fîçerek Ligel Dengbêjê Navdar Mehmûd Qizil



Mehmûd Qizil ew kes e ku di salên 60î de plaka Kurdî a ewel wî çêkir,ew dem bi Kurdî fîkînî jî qedexe bû; lê Mehmûd Qizil bi camêrî derket û got ezê bi zimanê dayika xwe bistirêm.



Mehmûd Qizil di salên borî de ji bilî stranbêjiyê mamostetiya hunerî jî dikir, ew dibêje ku Eyşe Şan berê bi Tirkî stranan digot, lê min rê li ber vekir da ku ew mêla xwe bide ser Kurdîyê.



Şexsiyetên navdar, buyerên civakî, neheqiyê ku li miletê Kurd dibûn ev hemû babetên Mehmûıd Qizil bû ku li ser wana strana çêdikir , ango Mehmûd Qizil ne tenê Stranbêjew di heman demê de rexnegirê Civakê bû.



Di jiyana xwe de Mehmûd Qizil, 174 plakan çêkir, lê stran û awazên ku wî dê civatan de çêkiriye û gotiye ew jî hejmara wan nizane her wisa bi dehan helbest û awazên wî hatine dizîn û li zimanê Tirkiyê hatiye wergerandin.



Mehmûd Qizil dîwana wî ji mêvanan vala nedibû, gundiyan xwe li dîwana wî digirt û guh didan şîret û tembiyên wî.



Mehmdûd Qizil dibêje ku dewra me bihurî, niha dor dora keç û xortan e, lê divê ku Kurd Hunermendên xwe yê kedkar jî ji bîr nekin.



Weke Mehmûd Qizil bi sedan Dengbêj û hunermendên di dewra xwe de navdar îro bi tenê ne û sebra xwe bi demên borî tînin nifşên nû gelek ji wana nas nakin û ev yek ji aliyê Civaknasan wek metirsiyeke têyî dîtin, ji ber ku doh çû îro dê here lê nifşên nû yên siba ne, wek Seydayê Ehmedê Xanî di Nubihara biçûkan de dibêje ûmîda me ji tefalan ku me emel betalan.

Rudaw
Top