• Tuesday, 16 April 2024
logo

Li Tekîrdagê 10 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Li Tekîrdagê 10 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyê ji 37 siyasetmedar û endam û algirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di operasyonekê de hatibûn destserkirin, bi biryara dadgehê 10 kesên din jî hatin girtin. Piştî van girtina bi giştî hejmara kesên ku hatin girtin gehişte 29 kesan û 8 kes jî hatin berdan.

Roja 3ê Hezîrana 2022ê Hêzên Ewlekariya Tekîrdagê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgerî ya Komarî de li seranserî wî bajarî li dijî siyasetmedarên Kurd û bi taybet endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) operasyoneke hemwext pêkanîbûn û 37 siyasetmedar destserkiribûn.

8ê Hezîrana 2022ê piştî dadgehkirinê 8 siyasetmedarên Kurd ên bi navên Seyit Soydan, Sadî Ozdemir, Murat Mutlu, Huseyin Guzel, Omer Guven, Emîn Şen, Sadet Fırat û Emîn Orhan ji ber karûbarên xwe yên siyasî bi hincetên weke “endamtiya rêxistinê û “propagandaya rêxistinê” hatibûn girtin. Herwiha bi vî awayî bi giştî hejmara kesên ku hatine girtin gehişte 29 kesan.

Li gor zanyariyan yek ji kesên ku hatiye girtin Sadî Ozdemer ê ji sedî 92 xwedî pêdiviyên taybet û girêdayî tupê oksîjenê ye.

Di demên dawî de bi taybet bi nêzîkbûna hilbijartinan hikûmeta Tirkiye givaşên xwe yên li ser siyasetmedar, rojnameger û kesayetên Kurd bi hincetên cuda zêdekirine û rojane bi rêya hêzên ewlekariyê hejmarek siyasetmedar û endamên civaka sivîl, rojnamevan û kesayetên Kurd tên destserkirin.

Ev di demekê de ye 8ê Hezîrana 2022ê li parêzgeha Amedê 21 rojnamegerên Kurd hatibûn destserkirin û 6ê Hezîrana 2022ê jî li parêzgeha Wanê 9 endamên saziyên civaka sivîl bi hinceta ku di proseya paşdekişînê ya gerilayên PKKê ya di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013 de çavdêrîkirine hatibûn destserkirin.  

 

Rudaw

Top