• Saturday, 06 July 2024
logo

Ezîz Weysî: Ji ber şer min nexwest stranên şahiyê bêjim

Ezîz Weysî: Ji ber şer min nexwest stranên şahiyê bêjim
Stranbêjê kurd Ezîz Weysî got, ku eger saziyên xêrxaziyê ji bo alîkariya pêşmerge û koçberan konseran saz bikin, ew amade ye başdar bibe.

Stranbêjê navdar ê kurd Ezîz Weysî ji Rûdawê re behsa xebatên xwe yên nû kir û got: “Navê berhema min a herî nû Zeyneb e. Ev çend roje hatiye belavkirin. Herwiha 3 klîbên nû amade dikim, dîmenên wan amade ne tenê montaj mane. Di demeke nêzîk de ew jî dê amade bibin.”

Weysî diyar kir, ku di van 2 salên dawîn de ji ber şer û aloziya li Kurdistanê nexwestiye ti konserekî saz bike û ragihand: “Şerekî nexwestî pêsîra Kurdistanê girtibû. Ji ber vê min nexwest ez li Kurdistanê srtanên xweşiyê bêjim. Her malekê 2- 3 şehîd hene, ez nikarim di vê rewşê de van stranan bêjim.”

Ezîz Weysî mizgîniya vegera xwe jî da û da xuyakirin: “Înşalklah eve DAIŞ bidawî dibe û em ê jî vegerin qadê. Hêvîdar im, ku şahî û xweşî were nav Kurdistanê.”

Stranbêjê kurd destnîşan kir, ku eger saziyên xêrxwaziyê bixwazin ew amade ye ji bo alîkariya pêşmerge û koçbaran beşdarî konseran bibe.

Rudaw
Top