• Saturday, 06 July 2024
logo

Deşnê Murad ji bo penaberan stranek amade kiriye: We Are One

Deşnê Murad ji bo penaberan stranek amade kiriye: We Are One
Hunermenda Kurd a Başûrê Kurdistanê Deşnê Murad bi helkefta Roja Cîhanî ya Penaberan stranek bi navê “We Are One” (Em Hemû Yek in) amade kiriye.

Stranbêja kurd Deşnê Murad ku bi piştgiriya projeyên civakî jî nav daye, vê care ji bo penaberan stranek çêkir.

Deşnê Murad ji Rûdawê re wiha got: “Çend peyamên stranê hene. Ez di strana xwe de behsa teror, nijadperestî û çend mijarên din dikim.”

Stranbêja Kurd îro dê strana xwe li Hewlêrê bi helkefta Roja Cîhanî ya Penaberan di çalakiya Komîseriya Bilind a Penaberan li Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) de pêşkêş bike.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya çalakiyê dike.

Rudaw
Top