• Saturday, 06 July 2024
logo

Hunermendê navdar ê sûrî: Hunera kurdî bi hestên xelkê re li hev dike

Hunermendê navdar ê sûrî: Hunera kurdî bi hestên xelkê re li hev dike
Hunermendê sûrî Husam Tehsîn Bêk diyar kir ku reqs û awazên kurdî pir bala wî dikşandin got, reh û kokên wan di hunerê de pir kûr in û xwedî dîrokeke hunerî ya bihêz in.

Akter, stranbêj, awazdanêr û rahênana reqsa hunerên gelêrî Husam Tehsîn Bêk ku yek ji stûnên drama Sûrî ye di warê şano, sînema û televizyonê de kar kiriye.

Husam Tehsîn Bêk diyar kir ku ew dixwaze serdana Hewlêrê bike û got: “Awaza kurdî awazeke xweş e û bi rastî dikeve dil de. Pir bi hestên xelkê re li hev dike.”

Hunermendê Husam Tehsîn Bêk pirsên Rûdawê bersivandin.

Mamoste Husam, gelo ev e sedem? Şam û hezkirina wê ya mezin di dilê te de, ev e sedem ku hişt Husam Tehsîn Bêk hê jî li Şamê bimîne tevî ku gelek reviyan?

Ma kes dikare ji yara xwe ya hêja, ji hembêza dayika xwe ya germ dûr keve? Şam ev hembêza germ e ku mirov tucarî nikare jê dûr keve, ji ber wê biqerise.

Tu aşiqekî ji şêweya bilind î. Gelo ev eşq tenê ji Şamê re ye yan yarek di jiyana te de heye?

Ez li te venaşêrim, cîhana erebî hemû ji min re pir girîng e. Lê mixabin piştî vê krîza ku em tê de derbas bûn, birîneke pir giran li ba min çêkir. Girêdana min ya erebî pir xurt bû. Ez karim bêjim ez di windabûnekê de me.

Îro eger em şanoyekê vegerînin û tu wê di vê demê de nîşan bidî, kîjan şano rewşa îro nîşan dide?

Her şanoyek behsa aliyekî dike. Hinek xisletên krîzê di Xurbê de hene. Di Şeqayiqûl Nûman de xisletên pir eşkere hene. Her şanoyek taybetmendiyên wê hene. Lê eger em tiştekî nû niha çêbikin, bawer bike navnîşan jê re tune. Navnîşan jê re nayê danîn.

Lê ev gotineke metirsîdar e…

Erê Navnîşan jê re nayê danîn.

Em dizanin ku cenabê te li ser rêzefîlmeke pir girîng kar dike, berî em behsa wî bikin, çimkî ne tu wiha dibînî lê rastî wiha ye, eger em îro bêjin mamoste Husam rêzefîlmeke civakî ji me re binivîse, tê çi navî lê bikî?

Di vê krîzê de wek min ji te re got. Navnîşan tune. Krîzê bi dirindiya xwe hemû hovîtî û berberî derbas kir. Eger tu wê bixî bin her nav yan navnîşanekê de, tê nikaribî. Na tê nikaribî…

Tiştê siyaset nikare pêk bîne, huner pêk tîne. Eger em herin ser huner û ciwaniya hunerê, di navbera duh û îro de, tu drama sûrî çawa dibînî, bi taybetî niha dramayeke erebî ya hevbeş çêbûye?

Bêguman ji xelkê re jî eşkere ye ku drama sûrî baştir bû. Di krîzê de, helbet, em dibêjin spas ji hemû şîrketên me re, ji hemû akterên me re, ji hemû senarîstên me re, ji hemû derhênerên me re, û ji her kesê ku berdewamiyê dide vî karî. Lê ez nikarim bêjim em wek berê ne, na, paşketin heye, gelek sedemên vê paşketinê hene, me çend akter ji dest dan, piştre senaryo hemû, pir mixabin, li ser rewşa em tê de asê man, herwiha berhem jî kêm bûn.

Piştî vî temenê dirêj di hunerê de û piştî van destkeftên mezin tu hest bi zulmê dikî, yanî hunerê yan tiştekî din mafê te neda te?

Na bi yekcarî na. Ji ber ez bi tesadufî derbasî warê hunerê bûm. Ji dil ez nizanim ez çawa gihiştim vir. Di jiyana xwe de ez bi vê çîrokê nefikirîme. Ez karim bêjim eger zeman neheqî li min kir, ew e ku min muzîk bi awayekî akademî nexwend.

Lê tu bi zikmakî…

Erê ez bi zikmakî kar dikim. Dibe ku ew xisletên pir xweşik çêdike ku nêzîkî hesta xelkê ne. Lê dîsa wek min got, xwezî min bi awayekî akademî bixwenda, çimkî muzîk îro zanistek e...ji xeynî qabiliyetê, ew zanist e.

Baş e, tu îro rewşa strana erebî û ya sûrî bi awayekî taybet çawa dibînî?

Pir li paş e, ez naxwazim behs bikim, çîrok dirêj e. Berê dema awazdaner awazek çêdikir yan nivîser gotin dinivîsandin, pir difikirîn, çimkî zanibûn wê rastî gelek rexneyan bên. Îro kar bûye wek makîneyên çapê. Mumkin e her roj stranek û du stran û deh bên çêkirin. Lê di encamê de hemû tên jibîrkirin û hemû dişibin hev.

Rêzefîlma Kendûş bikin a ji aliyê te ve hatiye nivîsandin û tu dibêjî ew ji hemû karên drama sûrî yên jîngeha şamî cuda ye. Gelo ev gotina te ji ber karên jîngeha şamî neheqî li Şamê kirine û dê tu çi pêşkêş bike?

Min ev berhem nivîsand ji ber têbînî yan rexneyeke min li ser hemû kesên di jîngehê de kar kirine heye. Wan jîngeh bi rengekî rasteqîn wêne nekirin. Pir mixabin. Bi tu hawî ev ne jîngeha Şamê ye! Rêzefîlma min ne ya herî baş e, lê ya herî rastgo ye.

Ez yê herî rastgo me. Çavê min çi dît min ew nivîsand, ez çawa jiyam, ez neçûm lêvegeran. Ez nabêjim kêmasiyên jîngehê nînin, kêmasiyên jîngeha me hene, lê tiştekî jîngeha me heye, ji aliyê kultûr û yasayeke exlaqî vê tê birêvebirin. Weke mînak, mirovê ku li taxekê xeletiyek dikir, gilînameyek derheqê wî didan muxtarê taxê û bera wî ji taxê didan. Di aliyê exlaqî de pergalkirî ye. Nikare xeletiyekê di kultûra taxê de bike. Heta zarok li taxê, eger ziyanekê li taxê bike, êvarê lêdanekê ji destê bavê xwe dixwe. Çimkî eger bavê wî di ber goştfiroş re here, dê goştfiroş jê re bêje, dê dikandar jê re bêje, dê nanpêj jê re bêje ku kurê te îro kevir diavêtin û ewê lêdanekê bixwe. Ya taxê kontrol dike jîngeh e û yax yanî bajar e, hemû li hev rast tê, û bajar yanî hemû parêzgeh, rewşa wan heman e. Aliyên neyînî di civaka me de hene. Lê yên erênî ji wan bêhtir in.

Eger em behsa komediya sûrî bikin, heye lê pir kêm e, te ken li ser lêvên gelek kesan çand û xelkê pir ji te hez kir, tu bêriya komediya ku te pêşkêş dikir dikî, û tu îro rewşa komediyayê çawa dibînî, gelo ew ji komediya helwestê bêhtir ber bi qeşmeriyê ve diçe?

Di destpêkê de komediya gotineke pir mezin e. Ji dramayê kêmtir e. Qet ne wiha ye û ew li ser xeteke pir bilind e. Xeletiyek dikare bibe sedemê ketina mirov û têkçûna wî tê de. Pir metirsîdar e. Divê mirov hemû amûrên xwe tê de bikar bîne. Em nikarin bêjin ew carina dibe qeşmerî, na, wek mînak Charlie Chaplin girîngtirîn kesê ku komediya çêkir, hemû amûrên xwe bikar anîn. Diket û radibû û diqulibî, hemû amûrên xwe çêdikirin, ji ber tuyê xelkê bikenînî, pir zehemt e ez te bikenînim, lê pir hêsan e te bigirînim.

Bi raya te niha rewşa komediyayê baş e, yan pêwistiya me bi senarîstên rasteqîn, akterên komediyayê û rewşeke cuda heye?

Pêwistiya me pê heye yek komediyayeke nazik û rast binivîse ku li ser helwestê ava bibe. Rêzefîlma Kendûş, rast e behsa jîngeha 1940î dike, lê gelek kesayetiyên komedî tê de hene ku mirov pir dikenînin bi awayekî spontan.

Eger em behsa derhêneran bikin, tu rijd bûyî ligel derhêner Waîl Remedan kar bikî,

Erê. Berî her tiştî mamoste Waîl di hunerê de rewşenbîr e, wekî din jî nasîneke wî ya mezin li ser jîngehê heye, çimkî ev karê jîngehê ye. Herwiha ez û wî ji hev fêm dikin li ser vî karî. Ez texmîn dikim ew dikare xizmeta vî karî bike, bi taybetî wî pir ji vî karî hez kir. Wî senaryo xwend û pir jê hez kir. Wî gote min ev ne rêzefîlm, lê projeyeke hunerî ye.

Gelo çi di warê hunerî yê Sûriyê de guheriye? Tu li ser çi di jiyana xwe de poşman î?

Ez qet ne poşman im. Lê krîzê gelek tişt guherandin. Ez vê nakim hêncet, na. Lê krîzê gelek tişt guherandin.

Eger ez bêjim mamoste Durêd Leham, tê çi jê re bêjî? Tu çi li ser fîlmê Kefrûn dibêjî?

Mamosteyê min e. Fîlmê Kefrûn fîlmekî pir wêrek e, ji ber ku tiştê herî zemhet tu bi zarokan re kar bikî. Di fîlmê Kefrûn de, mamoste Durêd bi zarokan re kar kir. Mamoste Durêd bav û dê û mamoste bû. Pir zehmet bû, lê di encamê de serkeftineke mezin pêk anî.

Bab el Hara?

Bab el Hara, tevî ku ne jîngeha me ye, lê bi gavên hunerî yên saxlem dest pê kir. Lê piştre sivikî bi xelkê hat kirin. Ev çi ye gelo? Ebû Îsam mir, Ebû Îsam vegeriya! Ew kenê xwe bi eqlê xelkê dikin! Ebû Îsam mir û hat veşartin, çima wê vegere? Ev bêhurmetî û biçûkxistina kar e. Çîrok hemû bûye bazirganî û girêdayî sponser e ku dide kanalan, lewma jî berî 3-4 mehan reklamê jê re dikin, û xwediyên kargeh û berheman kêfxweş in çimkî xelk temaşe dikin bi kawikî mixabin. Tenê ji wan re girîng e reklama wan belav bibe, pereyan didin kanalê, kanal ne ji ber xatirê Bab el Hara dide, na, ew 100î dide 500 jê re tê, proseyeke bazirganî ya xwerû ye.

Ez dibêjim kî nivîsandibe yan xişîm e yan pê hatiye lîstin, çimkî ew xişîm e, bibûre gotineke hinekî hişk e jî, lê ez wan dişibînim DAIŞê! DAIŞê dîrok li Tedmurê wêran kir, ew jîngehê wêran dikin. Ev jîngeheke girîng e, ev kokên me ne. Nabe kes wan têk bide. Şaxûr êrişî Meydanê kiriye, hemû plangerî ye, jinên me zimandirêj in, ev gotin qet ne rast e, li wêneyên dibistanên me di sala 1880yî de binihêre, ji xwe re li cilûbergên zarokan binihêre, li şagirtan binihêre.

Gelo çiqasî girîng e hunermend çandên cuda nas bike, carina fêrî hin zimanan bibe da bikare bigihe tevahiya xelkê.

Reqsên kurdî pir bala min dikşandin, helbet awazên wan jî. Reh û kokên wan di hunerê de pir kûr in û xwedî dîrokeke hunerî ya bihêz in. Awaza kurdî awazeke xweş e û bi rastî dikeve dil de. Pir bi hestên xelkê re li hev dike.

Tu dixwazî serdana Hewlêrê bikî yan te berê serdana wê kiriye?

Na welle min serdana wê nekiriye, lê dixwazim çimkî dibêjin ew pir xweş e.

Rudaw
Top