• Monday, 06 May 2024
logo

Serok Barzanî û balyozê Rûsyeyê behsa rewşa Sûriyeyê kirin

Serok Barzanî û balyozê Rûsyeyê behsa rewşa Sûriyeyê kirin

Serok Barzanî nirxandin derbarê rewşa siyasiya Îraqê de kir.

Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir.

Di civînê de Serok Barzanî û balyozê Rûsyeyê behsa rewşa Îraqê, prosesa siyasî û astengiyên berdem vê prosesê kirin û Serok Barzanî nirxandineke giştî bo rewşa Îraqê kir.

Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê rewşa Sûriye û pêşroja vê welatî û çarenivîsa gelê Kurd di pêşeroja Sûriyeyê de hate kirin û Serok Barzanî jî dilgiraniya xwe li hember pêşeroja gelê Kurd li vê welatî diyar kir.

Nirxandina têkiliyên navbera Rûsye û herêma Kurdistanê mijareke din ya vê civîna han bû.

Top