• Tuesday, 07 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Beljîkayê çend pirsên girîng guftûgo kirin

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Beljîkayê çend pirsên girîng guftûgo kirin

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 09.05.2022an li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Beljîkayê li Urdin û Iraqê Filip Vanden Bulcke û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, pêşvebirina têkeliyên Herêma Kurdistanê digel Beljîkayê, rola Beljîkayê di çawrçoveya hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê da, pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasî li Iraqê û têkeliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser xurtkirina têkeliya û berfirhkirina warên alîkariyên hevbeş kir û her du alî hevhizir bûn ku DAIŞ li se asayîşa Iraq û herêmê bi giştî metirsiyeka cidî ye, ji ber vê jî Îraqê hertim pêdivî bi piştevaniya navdweletî heye.

Balyozê Beljîkayê rola Herêma Kurdistanê di berhingarbûna DAIŞê de û qurbanîdanên Pêşmerge bilind nirxand û ji bona vê yekê jî spasiya Herêma Kurdistanê kir û got ku welatê wî Beljîka wek hevbeşek dê bi piştevaniya Îraq û Herêma Kurdistanê pabend be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xw ve, li ser navê Herêma Kurdistanê sipasiya Beljîkayê kir ji bo wê piştevanî û hevkariya di şerê dijî DAIŞê de kirî û tekezî li ser pêdvîtiya hebûna hevkarî û hevahengiyê di navbera Pêşmege û atreşa Îraqê de, bi taybetî li deverên valahiya emnî heye, kir.

Rewşa Şingalê, koçberbûna xelkê wê deverê ji encamê pevçûn û aloziyên vê dawiyê li wê deverê qewimîn, erk û kar û çalakiyên UNITAD li Îraqê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistan û giringiya diyalog û lihevtêgihiştinê, pirsên di warê azadî û azadiya raderbirînê de, covid-19 û berkeftiyên wê, rewşa herêmî bi giştî û çend pirsên din yên aktuel di rojevê de, mijarên din yên civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Beljîkayê bûn.

 

K24

Top