• Monday, 06 May 2024
logo

Hinardeya Amedê: Iraq û Herêma Kurdistanê di rêza yekem de ne

Hinardeya Amedê: Iraq û Herêma Kurdistanê di rêza yekem de ne

Endamê Encûmena Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê û Serokê Komîsyona Peywendiyên Derve Baran Turk ragihand ku di çarîka yekem a sala 2022ê de parêzgeha Amedê herî zêde kelûpel hinardeyî Herêma Kurdistanê û Iraqê kirine û got: “Di çarîka yekem a sala 2021ê de hinardeya Amedê ya bo Iraqê bi bihayê 23 milyon û 424 hezar û 860 dolar bû, di heman serdema îsal de bi rêjeya ji sedî 15,5 bo 27 milyon û 29 hezar û 680 dolar zêde bûye.”

Endamê Encûmena Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê û Serokê Komîsyona Peywendiyên Derve Baran Turk bi daxuyaniyeke nivîskî amarên hinardeya Amedê ya di çarîka yekem a 2022ê de nirxandin û ew amar li ser malpera fermî ya Odeya Bazirganî ya Amedê hatin belavkirin.

Derve Baran Turk amaje bi wê yekê da ku Herêma Kurdistanê û Iraq di hinardeya giştî ya Tirkiye de, di rêza 10emîn de ne, lê di hinardeya Amedê de di rêza yekem de cih digirin û got: “Di çarêka yekem a sala 2021ê de hinaredeya Amedê ya bo Iraqê bi bihayê 23 milyon û 424 hezar û 860 dolar bû, di hema serdema îsal de bi rêjeya ji sedî 15,5 bo 27 milyon û 29 hezar û 680 dolar zêde bûye.”

Baran Turk da zanîn ku sektora li Amedê herî zêde hinarde kiriye, bi zêdebûna rêjeya ji sedî 172 sektora berhemanîna madeyên kîmyayî ye û di rêza duyem de jî sektora berhemanîna demir û madeyên asin e.

Baran Turk bo geşedana aboriya Bakurê Kurdistanê û navçeyê vekirina deriyê sînorî yê Nisêbîn-Qamişlo yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de jî wek pêwîst dibîne û dibêje: “Di proseya ji nû ve avakirina Sûriyê de dê bazirganiya me zêdetir bibe. Bi taybet girtîmayîna deriyê sînorî yê Nisêbînê di serî de bajarê me û navçe bandorê li hinardeya hemû welat dike.”

 

Rudaw

Top