• Monday, 06 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Emmanuel Macron kir

Gulan Media April 25, 2022 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Emmanuel Macron kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Emmanuel Macron kir, bi boneya dubare hilbijartina wî wek Serokê Fransayê.

Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe taybet a tora civakî “Twitter” nivîsî: “Pîrozbahiyê li hevalê xwe Emmanuel Macron dikim, bi boneya hilbijardina wî wek Serokê Fransyê.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, “Çavê me li vê yekê ye ku ji nêzîk ve pê re kar bikin, bi armanca berfirehkirina peywendiyên me û xurtkirina hewldanên ji bo aştiyê û seqamgîriyê li navçeyê.”

Îro gera duyem a hilbijartina Fransayê birêve çû û li gor encamên destpêkê, Macron bi rêjeya % 58 a dengan bi dest xistin û bi ser rikabera xwe  Marine Le Pen ket.

Top