• Monday, 06 May 2024
logo

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna serê sala Êzdiyan

Gulan Media April 20, 2022 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna serê sala Êzdiyan

Bi helkefta hatina cejna serê sala nû ya Êzdiyan, Çarşema Sor germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xûşk û birayên Êzdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û keyfxweşiyê ji bo wan dixwazim.

Xûşk û birayên Êzdî beşeke resen yê gelê Kurdistanê ne û divê helkeftê de tekez dikim ku digel êş û janên wan dane û bi hemî şiyanan piştevaniya daxwaziyên xûşk û birayên Êzdî dikim.

Hêvîdarim xûşk û birayên Êzdî bi serbestî û azadiyê vegerin ser cîh û warên xwe û dawiyê bi koçberî û wan êşên ku ji aliyê terorîst û nehezên gelê me ve bi ser wan da sepandin bê û ji bo vê çendê pêdiviye hemî aliyek hevkar bin Kurdên Êzdî bi xwe biryarê li ser çarenivîs û paşeroja xwe bidin û birînên wan sarêj bikin.

Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye û pêdiviye ev çanda dewlemend bête parastin.

Hêvîdarim hemû cejn û helkeftên we bi şadî û aramiyê derbas bibin û bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî

19.04.2022

Top