• Monday, 06 May 2024
logo

Serokwezîrê Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyeyê civiyan

Gulan Media April 16, 2022 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyeyê civiyan

Serokwezîrê Kurdistanê îro serdana Tirkiyeyê kir.

Roja înê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyeyê kir û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Êwara îro înê 15ê Nîsana 2022an li bajarê Îstenbûlê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê birêz Receb Teyyib Erdogan civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa Îraq û deverê û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê kir û tekez li ser berfire kirina derfetên hevkariyê bo ewlekarî û aramiya deverê kir.

Me her du alî xwesteke xwe ya bo girîngiya pêşde birina hemahengî û têkiliyên du alî di tevahiya waran de bi taybetî di warê abûrî û liv û tevgerên bazirganî de li ser esasê berejwendiyên hevbeş diyar kir.

Top