• Monday, 06 May 2024
logo

Konsulusê nû yê Komara Çek li Hewlêrê destbikar bû

Gulan Media April 13, 2022 Nûçe
Konsulusê nû yê Komara Çek li Hewlêrê destbikar bû

Li gel Serokê herêma Kurdistanê civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Komara Çek yê li Hewlêrê Carl Kortanek kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê rixmî pîrozbayî kirin li Konsulusê nû, hevdem hêviya serkeftinê jî jê re xwest û hevkarî û piştîvaniya xwe jî ya bo serxistina erk û pîwerdariyên wî jê re diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha xwesteka herêma Kurdistanê ya bo pêşde birina têkiliyan li gel Komara Çek anî ziman û spasiya Komara Çek kir ku di şerê dijî DIŞIê de di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de piştîvaniya Kurdistanê kiriye.

Di berdewamiya civînê de Konsulusê nû yê Çek jî kêfxweşiya xwe ya li hember dest bikar kirina xwe li Hewlêrê anî ziman û diyar kir ku welatê wî gelek girîngî dide têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê û bo vê yekê jî tevahiya hewlên xwe biteger dike.

Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda, çanda bihevre jiyana aştiyan, derftên kar û hêlbirîna kompaniyên Çekî li Kurdistanê pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Îraqê û şerê Ukraynayê mijarên din yên vê civînê bûn.

Top