Mesrûr Barzanî: Em ê derfetên veberhênana li enerjiya Kurdistanê gotûbêj bikin
![Mesrûr Barzanî: Em ê derfetên veberhênana li enerjiya Kurdistanê gotûbêj bikin](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20220325155335_original_19.jpg )
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna Foruma Cîhanî ya Enerjiyê, bi serdanekê gihîşte Îmarata Erebî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez kêfxweş im ku careke din serdana Îmaratê dikim.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez bi peroş im ji bo beşdarbûna Foruma Cîhanî ya Enerjiyê û Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan.”
Herwiha eşkere kir: “Em ê li Foruma Enerjiyê geşedanên herî dawî yên navçeyê biaxivin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em ê derfetên veberhênana sektora enerjiyê ya Kurdistanê gotûbêj bikin.”
Foruma Cîhanî ya Enerjiyê dê rojên 28-29ê Adarê li bajarê Dubey were lidarxistin û çendîn rayedar û şarezayên warê enerjiyê beşdar bibin, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî yek ji axaftvanên sereke yê forumê ye.