• Saturday, 27 April 2024
logo

Serok Barzanî pîrobayî li Mihemed Hecî Mehmûd kir

Serok Barzanî pîrobayî li Mihemed Hecî Mehmûd kir

Mihemed Hecî Mehmûd dubare bûye Serokê partiya sosiyalîst ya Kurdistanê.

Serok Barzanî jiber hilbijartina wî bo postî Serokatiya partiya sosiyalîst ya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mihemed Hecî Mehmûd kiriye ku ev jî naveroka peyamê ye;

Bi navê xwedê

Serokê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê birayê birzê Mihemed Hecî Mehmûd

Bi minasebeta lidar xistina 7mîn kongreya partiya we û hilbijartina we weke Serokê vê partiyê, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we, Serkirdatî û tevahiya endamên partiya we dikim û hêviya serkeftinê bo we dixwazim.

Hêvî dikim encam û biryarên kongreya we zêdetir xizmeta prosesa geşe pêdana prosesa siyasiya Kurdistanê û yekdengiya navbera aliyan siyasî bike û partiya sosiyal demokrat jî di erk û çalakiyên xwe de pêşkeftinên zêdetir bidest bîne.

Top