• Saturday, 27 April 2024
logo

Serok Barzanî li gel şandeke Nemsayî civiya

Gulan Media February 6, 2022 Nûçe
Serok Barzanî li gel şandeke Nemsayî civiya

behsa gefên terorê li ser asayîşa cîhan û deverê hate kirin.
Şanda wezareta derve ya Nemsayê li Hewlêrê ye.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke wezareta derve ya Nemsayê ya bi Serokatiya Serokê beşê Rojhilata Navîn, Bakûrê Efrîqa û Başûrê Ewrûpayê li wezareta derve ya Nemsayê Gerald Vollmar û şanda pê re kir.

Di civînê de ku balyozê Nemsayê yê li Îraqê jî têde beşdar bû, behsa têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera Kurdistan û Nemsa û pêşde birina têkiliyên han hate kirin.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser rewşa siyasiya Îraqê ya piştî hilbijartinan û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin û şanda mêwan jî rixmî ku behsa girîngiya ewlekariya Îraqê kir balkêşande ser vê yekê jî ku hilbijartinên vê dawî yên Îraqê hilbijartineke nimûneyî û mînak bûye.

Di berdewamiya civînê de rûdaw û bûyerên vê dawî yên li Sûriyeyê, gefên teror û hizra radîkalîzimê bo ser ewlekariya cîhan û deverê hatin nirxandin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku rûbirû bûn û nehêştina terorê pêdiviya xwe bi hewlên pir alî heye.

Top