• Saturday, 27 April 2024
logo

Şêx Saîr Beyatî: Bi tenê Barzanî û Sedir rêber in yên din bes di gotinê de serkirde ne

Gulan Media January 31, 2022 Nûçe
Şêx Saîr Beyatî: Bi tenê Barzanî û Sedir rêber in yên din bes di gotinê de serkirde ne

Îro roja yekşemê 30.01.2021ê Sekreterê Giştî yê Encûmena Erebî Şêx Saîr Beyatî ragihandiye, li Iraqê Serok Barzanî û û Muqteda Sedir rêberî rasteqîne ne, yên din bes di gotinê de serkirde ne.

Şêx Saîr Beyatî di hevpeyvîneke ligel kenala "Dîcle" ya Iraqê de amaje bi wê yekê kiriye yekem karê hikûmeta nû ya Iraqê lêpirsîna ketina Mûsilê ya destê rêxistina terorîstên DAIŞê be. Herwiha ew jî weke amajeyeke ji bo dadgehîkirina Nûrî Malîkî ye ku ew di dema dagirikirina Mûsulê de ji aliyê DAIŞê serokwezîrê Iraqê û serfermandarê giştî yê hêzên çekdar ê Iraqê bû û bi berdewamî weke hokarê serekî yê yê ketina Mûsilê û dagirkirina Iraqê ji deste DAIŞê tê destnîşankirin.

Herwiha Şêx Saîr Beyatî ragihandiye hemû serkirdeyên Iraq ê, bêwestan û rêzê li ser rêya Hewlêrê ne û serdana Serok Barzanî dikin û tên cem Muqteda Sedir ji bo beşdarî hikûmet Sedir bibin.

 

 

Basnews

Top