• Wednesday, 17 April 2024
logo

Serok Barzanî pêşwazî li seroka komîsyona Amerîkî bo azadiya ayînî kir

Gulan Media January 16, 2022 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li seroka komîsyona Amerîkî bo azadiya ayînî kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li seroka komîsyona Amerîkî bo azadiya ayînî kir.

Serok Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li seroka komîsyona Amerîkî bo azadiya ayînî, Nadîn Meyînze kir.

Di civînê de Nadîn Meyînze spasiya Serok Barzanî kir û rola dîrokî ya malbata Barzanî di kûrkirina pêkvejiyana ayînî û parastina azadiya netewî û ayînî li Kurdistanê û qurbanîdana hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de û hewandina sedan hezar aware ji aliyê xelkê Kurdistanê ve bilind nirxand.

Di hevdîtinê de behsa rewşa pêkhateyên ayînî û pêkvejiyanê li Kurdistanê hat kirin û têkestî li ser berdewambûna çanda pêkvejiyanê hat kirin.

Di civînê de rewşa siyasî ya Sûriyê û rewşa jiyana xelkê û pêwendiyên aliyên siyasî êyn kurdî li Sûriyê jî hatin axaftin.

Top