• Saturday, 27 April 2024
logo

Serkirdeyekî Rojavayê Kurdistanê: Tenê Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî hêviya gelê kurd in

Gulan Media January 12, 2022 Nûçe
Serkirdeyekî Rojavayê Kurdistanê: Tenê Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî hêviya gelê kurd in

Serkirdeyekî Rojavayê Kurdistanê dibêje, tenê Herêma Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî hêviya gelê kurd in.

Endamê polîtburoya PDK-Sê, Mistefa Cum’e ji BasNewsê re got, PYD girêdayî ferman û siyaseta PKKê ye û nikare bi qasî serê derziyekî jî ji wê rêyê derkeve.

Mistefa Cum’e her wiha got, beşek ji serkirdeyên PYDê ji Qendîlê derbasî Rojava bûne û hevsarê PYDê di destê PKKê de ye ji ber wê jî PYD nikare nêzîkî partiyên din yên Rojava bibe.

Wî serkirdeyê Rojava da xuyakirin jî, PYD di danûstandinên bi partiyên Rojava re guh nade daxwaziyên Amerîka û Herêma Kurdistanê, ji ber ku tenê girîngiyê didin mana xwe û çêkirina pêwendî bi rêjîma Sûriyê re.

Bi gotina wî serkirdeyê kurd, PKK û PYD bo ku hebûna xwe biparêzin, bi dijminên kurdan re tifaqê dikin û dibin hevpeymanên Îran û Heşda Şeibî. PKK li Şingalê nahêle rêkeftina Hewlêr û Bexdayê were bicîhanîn û piştevaniya Îranê dike.

Mistefa Cum’e behsa siyaseta PKKê li beşên din yên Kurdistanê jî kir û got, PKK di dîroka xwe de dijberiya daxwazên gelê kurd li her çar beşên Kurdistanê kiriye û her dem li dijî aliyên azadîxwaz şer kiriye û nehîştiye pirsgirêka kurd çareser bibe.

Ew serkirdeyê Rojava di wê baweriyê de ye ku tenê Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî hêviya niha û paşerojê ya gelê kurd in, ji ber wê jî divê hemû piştevaniya Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî bikin.

 

Top