• Saturday, 04 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Konsulusê Urdinê civiyan

Gulan Media October 25, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Konsulusê Urdinê civiyan

behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Urdinê kirin.
Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Urdinê kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Urdinê yê li Hewlêrê Fûad Elmecalî kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Konsulusê nû yê Urdinê kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û piştîvaniya xwe jî bo serxistina pîwerdariya wî diyar kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya Şahê Urdinê jî kir ku, di demên dijwar de piştîvaniya Kurdistanê kiriye.

Ji aliyê xwe ve Konsulusê Urdinê jî kêfxweşiya xwe bo destbikar kirina xwe weke Konsulusê Urdinê li Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku gelek dixwaze ku bo pêşde birina têkiliyan li gel dezgehên hikûmeta Kurdistanê kar bike.

Her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku di navbera Urdin û Kurdistanê de têkiliyên dîrokî û girîng hene û derfeta vê yekê jî heye ku di her warî de pere bi têkiliyên han bidin.

Hilbijartinên Îraqê, hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê, korona û vaksîne kirina dijî Koronayê û çalakiyên kompanî û welatiyên Urdinî li Kurdistanê de mijarên din yên civînê bûn.

Top