• Saturday, 04 May 2024
logo

Balyozê Amerîkayê pîrozbayî li Serok Barzanî kir

Gulan Media October 25, 2021 Nûçe
Balyozê Amerîkayê pîrozbayî li Serok Barzanî kir

hevbeşiya Amerîka û Kurdistanê steratejîkiye.
Li pîrmamê civiyane.

Îro duşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew Toller kir.

Di civînê de balyozê Amerîkayê Matthew Toller jiber serkeftina prosesa hilbijartinan û serkeftina Berbijêrên PDKê pîrozbayî li Serok Barzanî kir û hêviya vê yekê jî xwest ku serkeftina prosesa hilbijrtinan û encamên hilbijartinan bibin sedema aramiyê li Îraqê de.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku, hevbeşiya navbera Amerîka û Kurdistanê steratejîkiye û hevkar dibe bo dabîn kirina aramiyê li Îraq û deverê de.

Di berdewamiya civînê de her du aliyan nêrînên xwe yên derbarê rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan û prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê anîn ziman û tekez li ser liber çav girtina pirensîbên şeraket û hevbeşiya rastîn kirin.

Rewşa Sûriyeyê û gefên terorê li ser Îraq û deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

Top