• Saturday, 04 May 2024
logo

Serokwezîr spasiya Senatorên Amerîkî dike

Gulan Media October 23, 2021 Nûçe
Serokwezîr spasiya Senatorên Amerîkî dike

kongrêsman projeyek dane Kongrêsa Amerîkayê.
Senatorên Amerîkî proje qanûnek derbarê herêma ewle de amade kirin.

Piştî ku hijmarek Senatorên dostên Kurd ji her du basikên demokrat û komarîxwazên Kongrêsa Amerîkayê, proje qanûnek bo rêz girtin ji projeya avakirina herêma ewle dan kongrêsê, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di vê derbarê de peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Pêşwazî ji proje qanûna her du basikên komarî û demokrat yên kongrêsa Amerîkayê dikim, ku ji aliyê du Senatorên hevalên me ve bo rêz girtin ji projeya ava kirina herêma ewle û hevbeşiya bihêz ya di navbera Amerîka û Kurdistanê de hatiye pêşkêşkirin.

Serokwezîr di beşeke din ji peyama xwe de spasiya 7 kongrêsmanên din yên Amerîkî dike ku piştgîrî ji proje qanûna han kirine.

Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku ava kirina herêma ewle û destwerdaniya însanî, jiyana xelkeke gelek zêde ji mirinê rizgar kir, parastina xelkê han bo parastina ezmûna demokrasiya me gelek girîng bû, ew yek jî bû sedema çê bûna dostatiyeke bihêz û hevbeşiyeke bihêz di navbera Kurdistan û Amerîkayê de, û îro jî Kurdistan herêmeke arame di cîheke nearam de.

Top