• Saturday, 04 May 2024
logo

Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Azim qonaxa piştî hilbijartinan guftûgo dikin

Gulan Media October 17, 2021 Nûçe
Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Azim qonaxa piştî hilbijartinan guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Azim Xemîs Xencer kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û çawaniya birêveçûna hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê hatin guftûgokirin.

Her di wê civînê de jî ronahî hate xistin ser qonaxa piştî hilbijartinan û her du aliyan hêvî xwast ku encamên hilbijartinê bibin sedema bicihbûna aramiyê û rastrêbûna proseya siyasî ya Iraqê.

 

K24

Top