• Saturday, 04 May 2024
logo

PDK li seranserî Kurdistanê dîsan bûye yekem

Gulan Media October 10, 2021 Nûçe
PDK li seranserî Kurdistanê dîsan bûye yekem

 Li gor amar û zanyariyên ne fermî yên çavdêrên siyasî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), namzedên PDKê li Herêma Kurdistanê û deverên derveyî Herêmê, serkeftineke berçav bi dest xist.

Li gor zanyariyên ne fermî, ku Kurdistan24ê ji çavdêrên siyasî wergirtine; PDKê nêzîkî 28 kursî misoger kirine.

Herwiha li gor pêşbîniyan; PDK li Kerkûkê 2 kursî, li Silêmaniyê 3 kursî, li Neynewa 7 kursî misoger kirine.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bendê ye ku ji bilî kursiyên Hewlêr û Duhokê, li parêzgehên din ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî kursiyan bi dest bixe.

Herwiha bi dawîbûna proseya dengdanê jî proseya jimartin û cihêkirina dengan dest pê kir û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê ragihandibû piştî bi dawîbûna rêjeya dengdanê bi 24 saetan wê amarên fermi ragihînin.

 

Basnews

Top