• Saturday, 04 May 2024
logo

Proseya dengdana giştî bi dawî bû

Gulan Media October 10, 2021 Nûçe
Proseya dengdana giştî bi dawî bû

Proseya dengdana giştî li Herêma Kurdistanê û Iraqê di demjimêr 18:00an de bi dawî bû û binkeyên dengdanê hatin girtin.

Îro 10ê Cotmeha 2021ê proseya dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên gera pêncem a Parlamentoya Iraqê birêve çû.

Di vê hilbijartinên de bi her du proseyên dengdanê yên taybet û giştî, 24 milyon û 299 hezar kes mafê wan ê dengdanê hebû, li gor amarên herî dawî yên Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê 17 milyon dengderan karta biyometrî ya dengdanê wergirtine.

Herwiha di vê hilbijartinê de 988 hezar kes li Iraqê cara yekem mafê wan ê dengdanê hebû, ku ji dayîkbûyên salên 2001, 2002 û 2003 ne.

 

K24

Top