• Monday, 20 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Ez kêfxweş im ku dengdana taybet bi awayekî serkeftî bi dawî bû

Gulan Media October 9, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Ez kêfxweş im ku dengdana taybet bi awayekî serkeftî bi dawî bû

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber beşdarbûna dengdana taybet, spasiya hêzên ewlehiyê û awareyan kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez kêfxweş im ku dengdana taybet a ji bo hilbijartinên parlamentoyê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi awayekî serkeftî bi dawî bû.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Ez spasî û destxweşî li beşdariya berfireh a Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û xwişk û birayên me yên aware dikim.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe anî ziman ku dengdana giştî jî bi awayekî serkeftî û bêyî pirsgirêk birêve biçe.

 

K24

Top