• Sunday, 28 July 2024
logo

Stranek cuda bo Pêşmerge ji xwişka Behmen Qubadî ve

Stranek cuda bo Pêşmerge ji xwişka Behmen Qubadî ve
Xwişka Behmen Qubadî Derhênerê Navdarê Sînemayê yê Kurd, Azer Qubadî stranek nû bo pêşmergeyê Kurdistanê û qurbaniyên şerê DAIŞê belav kir.

Strana Azer Qubadî bi navê Welat e û taybet bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û şervanên Kurd û qurbaniyên şerê DAIŞê hatiye gotin û klîpek cuwan jê re hatiye amadekirin.

Azer Qubadî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku teksta stranê ji aliyê Nahîd Hisên Penahî ve hatiye nivîsandin, awaza berhemê wê û Johan Bejerhalm amade kirine.

Azer Qubadî herwiha got, vîdyo klîpa ku bo stranê hatiye çêkirin, ji arşîvên Hêzên Pêşmege û şerê li dijî DAIŞê hatiye wergirtin.

Rudaw
Top