• Friday, 17 May 2024
logo

Amerîka: Em giringî didin têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê

Gulan Media October 1, 2021 Nûçe
Amerîka: Em giringî didin têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê

Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
 

Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke Amerîkî civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya alîkarê Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê Jennifer Gavito kir.

Di civînê de nîqaş li ser têkiliyên Kurdistan û Îraqê yên li gel Amerîkayê hate kirin û şanda mêwan ragihand ku Kurdistan û Îraq du hevbeşên bihêz yên Amerîkayê ne li herêmê de û Amerîka giringî dide têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê de.

Her di heman civîna han de Jennifer Gavito diyar ki ku, aramiya Îraqê gelek girînge bo aramiya deverê lewre Amerîka girîngî dide aramiya Îraqê.

Her di heman civînê de şanda Amerîkî û Serokê herêma Kurdistanê li ser vê yekê ku serdana han nîşaneya girîngîdana Amerîkayê ye bo Îraq û herêma Kurdistanê, hemfikir bûn.

Di berdewamiya civîna han de şanda Amerîkî kêfxweşî û piştîvaniya welatê xwe ya li hember reformên nava wezareta pêşmerge û yekxistina hêzên pêşmerge diyar kir û ragihand ku di warên ewlekarî, enerjî, çandî û abûrî de vê hevkariya Kurdistanê bike. Şanda mêwan di berdewamiya axaftinên xwe de qala serdana xwe ya bo qelaya Hewlêrê kir û ragihand ku ji nêz ve prosesa nûjen kirina qelhê, şopandiye û tekez li ser vê yekê kir ku, hana Hêlbirênerên Amerîkî didin daku li Kurdistanê de dest bi cîhbicîh kirina projeyan bikin.

Ji aliyê xwe ve Serokê herêma Kurdistanê jî ji ber dest bikar kirina vê weke alîkarê Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê pîrozbayî li xatû Jennifer Gavito kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û spasiya piştîvaniyên berdewam yên Amerîkayê yên bo aramiya Kurdistan û Îraqê kir û balkêşande ser xwesteka Kurdistanê ya bo pere pêdana têkiliyên xwe yên li gel Amerîkayê de.

Di berdewamiya civînê de her du aliyan behsa hilbijartinên Îraqê kirin û Nêçîrvan Barzanî hêviya vê yekê xwest ku hilbijartin derfeteke din bide aliyên Îraqê daku bihevre kar bikin û bo cîhbicîh kirina sîstema fedralî destûra bingehîn ya Îraqê cîhbicîh bikin.

Diyaloga steratejî ya di navbera Amerîka û Îraqê, metirsiyên terorê, astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê, kirinayên DIŞIê li Îraqê, erkê hevpeymaniya cîhanî ya li Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çend babetên din mijarên din yên civîna han bûn.

Top