Anîs bi klîpeke nû tê
Anîs derbarê nûtirîn berhema xwe de ji Rûdawê re aşkere kir ku strana wê peyameke evîniyê ye.
Anîs liser pêvajoya berhêmanîna stran û çêkirina klîpa xwe got: "Ez şeş mehan liserê şixulîme. Min gelekî zehmetî kêşa. Tu kesî arikariya min nekir."
Stranbêja ku ji berê ve digel hevkarê xwe Armîk şixul dike herwiha diyar kir ku navê strana wê "Ne min ne to" ye û gotinên wê ji aliyê Sîmîn Çayçî ve hatine nivîsandin, awaza wê ji aliyê Erîwan ve hatiye rêkxistin.
Rudaw