• Sunday, 24 November 2024
logo

Klîba bav û kur

Klîba bav û kur
Stranbêj û muzîkjen, Wirya Ehmed klîbekê ji berhema xwe ya nû re dikişîne.

Navê strana nû ya Ehmed "Du Newe" ye ango "Du Nifş."

Wirya Ehmed ji Rûdawê re aşkera kir wî digel kurê xwe, Dildar klîba nû li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê kişand.

Ehmed got: "Berhema nû bi hevkariya Koma Zîrûbem a Hewlêrê û Bawac a Koye derkete holê."

Wirya Ehmed ji 40 salî bêhtir e hem distrîne hem jî dijenîne. Ew herwiha nivîskarê hejmarek pirtûkê liser muzîkê ye.

Kurê wî Dildare jî li piyano dide û mamosteyê Peymangeha Hunerên Xweşik e li Hewlêrê.

Rudaw
Top