• Friday, 17 May 2024
logo

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê li Hewlêrê ye

Gulan Media September 26, 2021 Nûçe
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê li Hewlêrê ye

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê piştî serdana xwe ya bo Bexdayê serdana gihîşt Hewlêrê û biryar e ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê bicive. Tê çaverêkirin ku hejmarek bazirganên Tirkiyê jî  di vê çarçoveyê de serdana Hewlêrê bikin û forumeke aborî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê were sazkirin.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê serdana Hewlêrê Mehmut Muş, êvara îro 25ê Îlona 2021ê piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîşt Hewlêrê.

Şêwirmendê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê Fethi Mihemed Eli derbarê serdana Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê de bo Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got: “Şandeke bilind ji Tirkiyê bi serokatiya Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş tê Hewlêrê û di civînên xwe de jî dê ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê mijarên wek veberhênana Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û peywendiyên bazirganî yên navbera herdu aliyan bên gotûbêjkirin.”

Fethi Mihemed da zanîn ku vekirina deriyek din ê sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de yek ji wan mijaren e ku dê gotûbêj li ser bên kirin û got: "Tê çaverêkirin hejmarek bazirganên wî welatî jî bên Hewlêrê û forumeke mezin a aborî li ser hinek projeyên bazirganî li bajarê Hewlêrê were sazkirin.”

Li gor medya Tirkiyê jî Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Mehmet Muş dê di navbera 25-26ê Îlona 2021ê de bi armanca beşdarbûna Foruma Kar a Iraq-Tirkiyê serdana Iraqê bike. Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê destpêkê serdana Iraqê kir û ligel Wezîrê Veguhastinê yê wî welatî Nasir Huseyîn civiya. Mehmet Muş piştî serdana xwe ya Bexdayê berê xwe da Hewlêrê bike û biryar e ligel rayedarên bilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

Serokê Konseya Kar a Iraq-Tirkiyê yê Komîteya Peywendiyên Aborî yên Derve Emin Taha jî derbarê wê serdanê de ji Ajansa Fermî ya Tirkiyê re amaje bi wê yekê daye ku Mehmet Muş berî niha jî serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê kiriye û dibêje: “Vê carê jî dê di çarçoveya serdana Wezîrê Bazirganî de bo Hewlêrê Foruma Kar a Iraq-Tirkiyê bê sazkirin. Em giringiyê didin vê foruma kar. Li Bakurê Iraqê gelek îhaleyên ku kompanyayên me wergirtine hene. Hinek pirsgirêkên razandina pereyan hene. Em dê daxwaza hinek asankariyan di warê nirxê hinardekirinê de li Deriyê Sînor ê Birahîm Xelîl de bikin. Me ji bo bihêzbûna hevahengiya di warên veberhênan û bazirganiyê de bernameyeke berfireh amade kiriye. Ev yek mijarên wek tendirustî, çandinî, av û enerjiyê lixwe digire, em dê li ser van mijaran ligel wan gotûbêjan bikin.  ”

Mehmet Muş piştî destbikarbûnê ev cara duyem  e ku serdana Iraqê dike. Cara yekem 18ê Tebaxa 2021ê serdana Bexdayê kiribû û li wir ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mustafa Kazımi û  hevtayê xwe Ala el-Cuburi civiyabû.    

Serokê Yekitiya Veberhênerên Kurdistanê yê Şaxa Silêmaniyê Yasîn Mihemed ji Rûdawê  re got: “Bazirganiya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê hertim di berfirehbûnê de ye û piraniya projeyên bazirganî yên li Herêma Kurdistanê bazirganên Tirkiyê cîbicîh dikin.”

Yasîn Mihemed got: “Di demên derbasbûyî de ji tevahiya 60 milyar dolarên wan projeyên hatine cîbicîhkirin bi bihayê  zêdeyî 30 milyar dolar kelûpelên pêwîst ji Tirkiyê hatine kirîn.”

 

Rudaw

Top