Li Rojhilatê Kurdistanê Festîvala Lîstikên Herêmî
13 komên Kurd û Îranî di warên guleştê û werîskêşan û reqs û dîlanê de rikeberiya hev kirin.
Serokê Desteya Werzişê ya Merîwanê, Azad Mehmûdyan ragihand ku ji Başûrê Kurdistanê jî 5 komên ku nunertiya her yek ji bajarên Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Dihok û Helebceyê dikin beşdarî kirine.
Mehmûdyan diyar kir ku ji Îranê komên werzişê yên parêzgehên Xuzistan, Loristan, Gulistan û Hemedanê beşdarî mihrîcanê bûne.
Festîvala Navdewletî ya Lîstikên Herêmî li qeraxa Gola Zirêbar a Merîwanê birêve çû û bo dema du rojan bû, ku duh pêncşemî dest pê kir û îro înê 27ê Gulanê jî bi dawî hat.
Merîwan dikeve 13o kîlometriya rojavayê bajarê Sine û hejmara rûniştvanên wê jî zêdetirî 160 hezar kes e.
Rudaw