• Saturday, 06 July 2024
logo

Li Swêdê fîlma Kurdî ‘Hêvî’ hat çêkirin

Li Swêdê fîlma Kurdî ‘Hêvî’ hat çêkirin
Derhênerê Kurd Zanyar Fetah li Swedê fîlmek bi navê “Hopp” (Hêvî) çêdike.

Zanyar Fetah ji Rûdawê re diyar kir ku di fîlma wî de çend lîstikvanên Kurd û Swêdî rol girtine û got:

“Di fîlmê de em behsa çîroka xortekî bi navê Hogir ku Kurd e, dikin. Hogir ji Swêdê daxwaza mafê bicîbûnê dike, lê dewlata Swedê daxwaza wî red dike û piştî wê yekê çend bûyerên xirab bi ser wî de derbas dibin, lê dîsa jî ew bi hêvî nabe. Mijara fîlma me ev e.”

Aktirîsta Swedî ya bi navê Matias Sleves ku di rola sereke de ye, ji Rûdawê re got: “Derhêner xwedî ezmûn e. Çêkirina fîlmên derbarê penaberan de gelekî zehmet e.”

Aktorê ji Bakurê Kurdistanê yê bi navê Zeki Kuçukyildiz jî got: “Rola hogir ji bo min gelekî zehmet bû. Lê bi saya derhênrê ez biser ketim.”

Rexnegirê Swêdî Tomas Enderson jî destnîşan kir ku fîlmên kurdî li Ewropayê têne ecibandin.

Enderson anî ziman, fîlma Hêvî dê fîlma herî serkeftî ya Kurdî be.

Rudaw
Top