• Thursday, 19 September 2024
logo

PSGê li Erzeromê akademiya xwe vekir

Gulan Media September 16, 2021 Corane
PSGê li Erzeromê akademiya xwe vekir

Klûba Paris Saint-Germain (PSG) a Fransayê li parêzgeha Erzerom a Bakurê Kurdistanê akademiya xwe vekir û armanca wê jê ew  e ku ji bo paşerojê yarîzanên futbolê rahênan bike.

PSG ku li gelek welatan akademiya xwe vekiriye, bi hevkariya Şaredariya Mezin a Erzeromê li wî bajarê Bakurê Kurdistanê jî akademiya xwe vekir û dixwaze di wê akademiyê de futbolvanên paşerojê perwerde bike.

Zarokên ji Erziromê dê bi rahênana akademiya ku li Kompleksa Sporê ya Parka Olîmpîk a li navçeya Yakutiye vebûye, paşeroja xwe diyar bikin.

Damezrînerê Akademiya Futbolê ya Parîs Saint-Germain li Erzeromê Bukra Ozyapar ragihand ku kesên temenê wan di navbera 3-19 salî de bin dê beşdarî rahênanê bibin.

Bukra Ozyapar diyar kir ku beşdarî dê ji bilî teknîkên futbolê, perwerdehiya kesane jî werbigirin.

Ozyapar got: “Beşdarî dê ferş Îngilizî û Frensî bibin. Ji ber ku em akademiyek in, em girîngiyek mezin didin pêşkeftina kesane ya zarokan jî. Ji ber ku em wan wekî futbolîstên paşerojê dibînin, em dê wan rahênan bikin ku ka ew dê çawa dikarin hêrsa xwe kontrol bikin, divê çawa bi hakeman re têkiliyê deynin, xwe çawa pêş bixin û xwe çawa îfade bikin. Li seranserê Tirkiyê 12 akademiyên me hene.”

Rêveberê Komapaniya Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Erzeromê Ahmet Dal jî got ku ew kêfxweş in ku projeke bi wî rengî li bajarê wan hate vekirin.

Ahmet Dal da xuyakirin ku ev proje bi armancên Şaredariya Bajarê Mezin a Erzeromê re li hev tên û ji ber vê yekê ew girîngiyek mezin didin wiha pê de çû: “Em dixwazin li vî bajarî nifşek saxlem û hişmend mezin bikin. Kesê ku tê qursê û zimanek biyanî û tiştên din fêr dibe, ew nebe yarîzanê futbolê jî, dê bi rengekê her sûdekê werbigirin.”

Top