• Saturday, 20 April 2024
logo

Festîvala Fîlm û Çanda Kurdî ya New Yorkê birêve diçe

Gulan Media September 12, 2021 Hunerî
Festîvala Fîlm û Çanda Kurdî ya New Yorkê birêve diçe

Festîvala salane ya Fîlm û Çanda Kurdî roja Înê li New Yorkê deriyê xwe vekir û mijara sereke ya festîvalê jina Kurd e.

Aktîvîst û perwerdekar Xeyal Qertel ku sala 2017an festîval damezrand, derbarê festîvalê de ragihand, “Ev e ku me heye, sînemaya Kurdî. Tevî hemû zext, perçebûn û sînoran, ji bo hest bi wê bikin ku em yek in, em çîroka xwe bi zimanekî gerdûnî pêşkêş dikin” û tekez jî kir, “Em Kurd yek in.”

Roja yekem bi axaftin û performansa Etnomuzîkolog Ozan Aksoy destpê kir ku li ser kevneşopiyên muzîkê yên pêkhateyên olî û etnîkî yên Tirkiyê bû.

Piştî performansa Aksoy, pirtûka `Keçên Kobanî (The Daughters of Kobani)` hat pêşkêşkirin ku ji aliyê Gayle Tzemach Lemmon ve hatiye nivîsîn û çîroka 4 jinên li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê beşdarî nav refên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bûn, vediguhêze.

Gayle Tzemach Lemmon derbarê pirtûka xwe de got, “Tişta ku dixwazim bêjim, ev rûmetek e, berpirsyariyeke mezin e. Ciyawaziyek e ku li vir li gel van mirovan bûm ku çandê pîroz dikin.”

Festîvala ku ji 21 fîlm, belgefîlm û pirtûkan pêk tê, dê heta roja Yekşemê (12/09/2021) li hola sînema ya Angelika ya li Gundê Rojhilat (Village East) berdewam be.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora fermî ya Festîvala Fîlm û Çanda Kurdî ye.

Her sal jibilî Kurdistanê li gelek welatên cîhanê festîvalên fîlmên Kurdî tên sazkirin. Berlîn jî dê rojên 14-20ê Cotmehê, mazûvaniyê li 11emîn Festîvala Fîlmên Kurdî bike.

 

Rudaw

Top