• Saturday, 18 May 2024
logo

Leşkerên Tirkiyê du ciwanên Kobanî îşkence kirin

Gulan Media August 15, 2021 Nûçe
Leşkerên Tirkiyê du ciwanên Kobanî îşkence kirin

Leşkerên Tirkiyê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li du ciwanên Kobanî bin tundî îşkence kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, dema ku Şiyar Mihemed Elî û Mistefa Ehmed, li Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Kobanî, nêzîkî sînor bûne, cendirmeyên Tirkiyê êrîşî wan kirine.

Cendirmeyên Tirkiyê ew herdu ciwanên Kurd bi tundî îşkence kirine û bi giranî birîndar bûne.

Herdu ciwanên ku xelkê gundê Mînazê ne, li nexweşxaneyeke bajarê Kobanî têne dermankirin.

Di navbera 10 rojan de  ev cara duyemîn e ku ciwan li ser sînor Rojava-Bakurê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirk ve têne îşkencekirin.

Top