• Sunday, 19 May 2024
logo

Buldan: Heta pirsa Kurd neyê çareserkirin demokrasî nayê Tirkiyê

Gulan Media August 15, 2021 Nûçe
Buldan: Heta pirsa Kurd neyê çareserkirin demokrasî nayê Tirkiyê

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Pervîn Buldan ragihan ku li Tirkiyê gelek pirsgirêk hene lê ji van a serekî pirsa Kurd e û heta Pirsa Kurd neyê çareserkirin demokrasî, hiqûq, nayê Tirkiyê.

HDP, doh 14ê Tabaxa 2021ê bi beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk KCD) Tevgera Jinên Azad (TJA),  Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û çendîn rêxistinên civaka sivîl li parêzgeha Êlihê ya  Bakurê Kurdistanê mitîngek saz kir.

Di mitîngê de Hevseroka HDPê Pervin Buldan axaftinek kir û bal kişand ser çend mijarên wek pirsa Kurd, dijmindariya li beramber Kurdan, aştiya civakî û geşedanên dawî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Pervin Buldan di axaftina xwe de bibîr xist ku kî li ku derê rûbirûyê zilm û zordariyê bûbin ew ligel wan bûne û got: “Îro jî em li Êlihê ne, em dizanin Êlih dijî her zilm û astengiyan xwedî li îradeya xwe û partiya xwe derketiye, ji ber wê jî em îro li vir in.”

Buldan derbarê karesatên dawî yên li Tirkiyê qewimîne de jî tekez kir ku ji ber desthilatê nikariye proseyê birêve bibe gel rûbirûyî çarenivîsa xwe maye û got: “Lehî radibe desthilat tine ye, daristan dişewitin, zîndewer dimirin, desthilat tine ye. Welatî bi tenê dîmînin û rûbrûyî çarenivîsa xwe dibin.”

Buldan amaje bi wê yekê da ku li Tirkiyê dijî Kurdan û kesên ne alîgirê desthilatê dijmindarî tê kirin û got: Li vî welatî zîhniyetek heye ku Kurdan wek dijmin dibîne. Zihniyetek heye ku dijî jinan û Elewiyan dijmindariyê dike. Li vî welatî li dijî her kesekî ne AKPyî û alîgirê destihilatê dijmindarî heye.”   

Hevseroka HDPê diyar kir ku pêdiviya Tirkiyê bi aştiya civakî heye û got: “Ev aştiya civakî jî bi avakirina şert û mercên ku Kurd têde bikaribin, bi awayekî azad ziman, çand û nasnameya xwe bikar bînin dibe. Em wek HDPê dizanin ku li vî welatî rêya aştiya civakî, çareserkirina pirsa Kurd e bi rêbazên demokratîk.”  

Buldan da zanîn ku li Tirkiyê gelek pirsgirêkên wek aborî, siyasî, civakî hene lê pirsa serekî pirsa Kurd e û got:  “Divê di serî de pirsa Kurd bê çareser kirin. Bi tunehesibandina Kurdan ev pirs nayê çareser kirin. Ev ne rê û rêbazên çareseriyê ne.”

Hevseroka HDPê bibîr xist ku di demên derbasbûyî de bo çareserkirina pirsa Kurd pêngavên mezin hatine avêtin, lê desthilatê ew jî bi dawî kirine û got: “Li vî  welatî ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêvajoya danûstandin û aşitiyê destpê kir, lê wan ew jî tine hesiband û mase qulibandin. Ew pêvajo înkar kirin. Piştre, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê careke din dijmindarî li dijî Kurdan ragihandin û HDPyiyên ku ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin; Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdag, Gultan Kışanak, Sebahat Tuncel û İdris Baluken girtin û xistin zîndanan.”

Herî dawî Pervin Buldan tekez kir ku heta pirsa Kurd neyê çareserkirin demorasî, hiqûq, dadwerî û azadî nayê Tirkiyê û got : “Ji ber vê yekê divê ji bo çareserkrina pirsa Kurd li İmrali ligel birêz Ocalan careke din hevdîtin bên kirin.”  

Hevseroka HDPê Pervin Buldan wiha axivî: “Li vî welatî zîhniyetek wiha heye ku Kurd û Elewiyan wek dijmin nîşan dide, li dijî kesên ne alîgirê desthilat û AKPê ne dijmindariyek heye, lê pêdiviya vî welatî bi aştiyeke civakî heye. Em vê yekê dizanin, em hewla vê aştiya civakî didin. Lê em vê yekê jî dibêjin, ev aştiya  civakî jî, bi avakirina şert û mercên ku Kurd tê de bikaribinn, bi awayekî azad ziman, çand û nasnameya xwe bikar bînin destpê dike. Bi avakirina şert û mercên Elewî bikarin bi awayekî azad îbadetên xwe bikin, destpê dike. Em wê zîhniyeta ku van tiştan nabîne û wek dijmin nêzîkî Kurd û Elewiyan dibe, bi ti awayî qebûl nakin. Em wek HDPê dizanin ku li vî welatî rêya aştiya civakî, çareserkirina pirsa Kurd e bi rêbazên demokratîk. Gelek pirsgirêkên wek aborî, siyasî û civakî hene lê pirsa serekî pirsa Kurd e û divê bê çareserkirin.”

 

Rudaw

Top