Serok Barzanî sersaxî da malbeta Eşref Elçî
jiber Koronayê koça dawî kiriye.
Jiber Koronayê canê xwe ji dest dabû.
Serok Barzanî ji ber koça dawî ya kesayetiyê nîştimanperwer û naskirî yê Bakûrê Kurdistanê Seyid Eşref Elçî peyameke sersaxî da malbeta Elçî.
Serok Barzanî di peyama xwe de sersaxî daye kesûkarên Elçî, dost, hevalên wî û xelkê Bakûrê Kurdistanê û xwe bi hevbeşê xema wan dizane.
Serok Barzanî herwiha daxwaz ji xwedê mezin kiriye rihê rehmetî bi cenetê şad bike û aramî jî bide tevahiya aliyan.