• Sunday, 30 June 2024
logo

PDK peyamek pêşkêşî aliyên Îraqî kir

Gulan Media August 15, 2021 Nûçe
PDK peyamek pêşkêşî aliyên Îraqî kir

dibêje lazime aliyên siyasî hewl bo baştir kirina rewşa xelkê bidin.
Dibêje hilbijartin xwesteka xelkê ye.

Peyvdarê partiya demorkata Kurdistanê Mehmûd Mihemed daxuyaniyek belav kir û têde daxwazek pêşkêşî aliyên siyasî yên Îraqê kir.

Peyvdarê PDK di daxuyaniya han de daxwaz ji tevgera Sedir û aliyên din yên siyasî yên Îraqê kiriye daku ji biryara xwe ya bo boykot kirina hilbijartinan poşman bibin û beşdarî di hilbijartinan de bikin.

Mehmûd Mihemed herwiha eşkere kiriye ku boykot kirina hilbijartinan netenê xizmeta xelk û welat nake belkû dibe sedema aloztir bûna rewşa welat û zêdetir bûna kêşeyan li Îraqê de.

Mihemed herwiha diyar kiriye ku hilbijartin daxwaza serekî ya xelkê Îraqê bû û pişt re jî bû xwesteke aliyên siyasî û li ser vê yekê jî hikûmet biryara hilbijartinan daye, lewre lazime aliyên siyasî jî hesabê bo daxwazên xelkê bikin û hewl bo baştir kirina rewşa welat û jiyana welatiyan bidin.

Top