• Thursday, 09 May 2024
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Amerîkayê civiya

Gulan Media August 11, 2021 Nûçe
Serok  Barzanî  li  gel  balyozê  Amerîkayê  civiya

Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.
Balyozê  Amerkayê spasiya hikûmeta Kurdistan dike.

li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew H. Tueller û şandeke pêre kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê Robert Pladino jî têde amadebû, behsa çanda bihevre jiyana aştiyane ya li herêma Kurdistanê hate kirin û şanda Amerîkî spasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir ku, kariye ev çanda han biparêze û pêşde bibe.

Her di heman civînê de nîqaş li ser diyaloga steratejîkî ya di navbera Amerîka û Îraqê hate kirin û şanda Amerîkî pêbendiya welatê xwe bo hevkarî kirina Îraq û Kurdistanê û piştîvanî kirina hêzên pêşmerge û pêşde birina têkiliyên Amerîkayê yên li gel Kurdistanê bi taybetî di warê akademîkî û çandî de diyar kir.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî ya Îraqê, rewşa welatiyan, metirsiyên berdem hilbijartinên Îraqê, prosesa siyasiya ya piştî hilbijartinan û têkiliyên navbera Kurdistan li gel Îraq û aliyên siyasî yên Îraqê de hate kirin.

Top