• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Efrînê festîvala kurtefîlman birêve çû

Li Efrînê festîvala kurtefîlman birêve çû
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, festîvala kurtefilman birêve çû û têde filmên cur bi cur ji her 4 perçeyên Kurdistanê û welatên din ên cîhanê beşdar bûn.

Li bajarê Efrînê yekem Yekem festîvala kurtefîlman bi beşdariya 27 fîlmên ji 20 welatên cûda hat lidarxistin.

Fetîvala Efrînê li Navenda Rewşenbîr û Huenrê birêve çû û têde hejmarek ji xelkê Efrînê beşdar bûn û li filmên cur bi cur temaş krin.

Ji ber dorpêça li ser bajarê Efrînê, gelek derhêner nekarîbûn di festîvalê de amade bibin, lê bi rêya vîdyoyên tomarkirî, gotarên xwe pêşkêş kirin.


Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Mesûd Kira derbarê festîvalê de wiha got: “Tevî rewşa xirab a bajarê Efrînê, lê me festîvala sînemayî ya kurtefilman li Efrînê lidarxist û ji 20 welatan derhêner beşdar bûn.”

Rudaw
Top