Silêman Oso: Gefên PKKê li ser Herêma Kurdistanê metirsîdar in
Endamekî desteya serokaiya ENKSê dibêje, gefên PKKê li dijî Herêma Kurdistanê pêşhateka metirsîdar e.
Endamê desteya serokatiya ENKSê, Silêman Oso ji BasNewsê re got, gef û tehdîdên vê dawiyê yên berpirsrên HSD û PYDê li dijî Herêma Kurdistanê, pêşhat û guhertinên metirsîdar in.
Silêman Oso her wiha got, me her dem şerê nav kurdan red kiriye ji ber ku xizmeta kurdan nake û dikeve xizmeta dijminên gelê kurd.
Wî serkirdeyê ENKSê da xuyakirin, ENKSê çend caran pevçûnên di navbera PKK û hêzên Pêşmerge de red kiriye û êrişên PKKê li ser Herêma Kurdistanê jî şermezar kiriye.
Wî serkirdeyê Rojava bang li serkirdeyên PKKê kir rêz li qanûnê Herêma Kurdistanê û dezgehên fermî yên wê û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê bigirin.
Basnews