• Wednesday, 17 July 2024
logo

Rojhilat – Li Xoy serbazekî kurd ji aliyê efserekî azerî ve hat kuştin

Gulan Media August 4, 2021 Nûçe
Rojhilat – Li Xoy serbazekî kurd ji aliyê efserekî azerî ve hat kuştin

Li bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê efserekî azerî (tirk) serbazekî kurd li ser kurdiniyê kuşt.

Kanala telegramî ya bi navê “@NISHTMANIJOAN” (Niştimanî Ciwan) ragihandiye, serbazekî kurd bi navê Karo Xefûrî ku li yek ji binkeyên artêşa Îranê li ser sînorê Tirkiye û Îranê li bajarê Xoy serbazî dikir, pêr (1 vê mehê) ji aliyê efserekî azerî ve hat kuştin.

Li gorî agahiyan, di navbera wî serbazê kurd û efserê tirk de li ser kurdiniyê şer derketibû û wî efserê tirk bi tivingê ew serbaz kuştibû.

Ew serbazê kurd xelkê bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

 

Basnews

Top