• Friday, 24 May 2024
logo

Nunerê Ewrûpa û balyozê Fenlandê xatira xwe ji Serokê herêma Kurdistanê xwestin

Gulan Media August 4, 2021 Nûçe
Nunerê Ewrûpa û balyozê Fenlandê xatira xwe ji Serokê herêma Kurdistanê xwestin

dema pîrwerdariya wan bi dawî hatiye.
Bi cuda cuda li gel wan civiya.

Piştî nîvroya îro sêşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî bi dawî hatina erkê wan û bi mebesta malavayî û xatir xwestinê, bi cûda cûda pêşwaziya her yek ji birêzan Vincent Guillaume Poupeau Nûnerê Yekîtiya Ewrûpa li Hewlêr û Vesa Häkkinen Balyozê Fînlenda li Iraqê kir.

Di hevdîtinan de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî malavayî û xatir xwestinê spas û pêzanînên xwe ji bo karên wan her du yan li Herêma Kurdistan û Iraqê nîşan da û destxweşiyê li wan kirin, her wiha li erkê an yên nû da hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Ji aliyê xwe ve birêz Nûnerê Yekîtiya Ewrûpa li Hewlêr û Balyozê Fînlenda li Iraqê spasî Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê kir û ji bo wan hevkarî û piştgîriyên di dema birêkirina erkên wan de li wan hatiye kirin û pêgiriya Yekîtiya Ewrûpa û Fînlenda ya ber bi pêşvebirina zêdetirê peywendiyan li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Li gel Nûnerê Yekîtiya Ewrûpa li Hewlêr Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêgiriya Herêma Kurdistanê bi parastina mafên mirov û azadiyan û azadiya raderbirîn û baştir kirina karê dadgehan û desthilata dadwerî kir û li vî derbarî de sûdwergirtina Herêma Kurdistanê ji ezmûna Yekîtiya Ewrûpa bi pêwîst zanî.

Nirxandina belavbûna virusa Korona û cûreya guheriya naskiriya bi Delta Korona, rewşa Herêma Kurdistanê, metirsiyên terorê û metirsiyên Da’îş, rola welatên Yekîtiya Ewrûpa û Fînlenda li Herêma Kurdistanê û Iraqê, mijareke dinê hevdîtinê bû.

Ji SHK hatiye wergirtin.

Top