• Thursday, 09 May 2024
logo

Parlamenterek: Di parastina kurdên êzdî de Pêşmerge bi serpereştiya Serok Barzanî ve rolekî qehremanî lîst

Gulan Media August 3, 2021 Nûçe
Parlamenterek: Di parastina kurdên êzdî de Pêşmerge bi serpereştiya Serok Barzanî ve rolekî qehremanî lîst

Di heftemîn salvegera êrîşên hovane yên terorîstên DAIŞê li ser kurdên êzdî li Şingal û derdora wê de, parlamenterê PDKê ragehand, tişta ku DAIŞê bi serê êzdiyan aniye ji aliyê mirovahiyê ve hemû cîhan nîgeran kir. herwaha got, Pêşmerge bi serpereştiya Serok Barzanî roleke qehremanî di parastina kurdên êzdî de lîst.

Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Weysî Seîd Weysî ji BasNewsê re ragehand: ‘’3yê tebaxê 2014ê rojekî reş û xemgîne di dîroka gelê Kurdistanê de. Wê rojê û rojên piiştî wê jî terorîstên DAIŞê dûr ji hemû nirxên mirovahiyê êrîşeke hovane kirin ser qeza Şingalê û keç û jinên kurdên êzdî rehîn girtin û zilam û ciwan bi zindî binax kirin.’’

Herwaha got: ‘’Di dirêjayiya dîrokê de kurdên êzdî bela dîtine û berevanî li hebûn û çanda xwe kirine. Êzdî beşek qutnabe yê gelê Kurdistanê ne û bi ti awayekî li Kurdistanê qutnabin. Komkujiya vê carê jî beşeke din a komkujî û jenosîdên di dîrokê de li hember gelê Kurdistanê û kurdên êzdî hatiye kirine beşek ji wan bû.’’

Parlamenterê PDKê got: ‘’Di bibîranîna vê rojê de pêwîste amaje bi qehremantî û berxwedana Pêşmergeyên Kurdistanê ya di serpereştiya rasterast a Serok Mesûd Barzanî em bikin. Tişta ku terorîstên DAIŞê xwest hilweşînin û jinavbibin, Pêşmerge parast û dubare bi bingeh kir. Parlamentoya Kurdistanê jî roja 03.08.2019ê di rûniştina xwe de roja 3yê tebaxa 2014ê wek roja komkujiya kurdên êzdî diyar kir.’’

 

Basnews

Top