• Thursday, 23 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Em dixebitin ji bo tawanbarên DAIŞê bên cezakirin

Gulan Media August 3, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Em dixebitin ji bo tawanbarên DAIŞê bên cezakirin

Serokê Herêma Kurdistanê îro di heftemîn salvegera êrişa DAIŞê bo ser Şingalê û bîranîna qurbaniyên komkujiya Kurdên Êzdî de peyamek belav kir û ragihand, erkê me û tevahiya mirovahiyê ye ku Kurdên Êzdî biparêzin û baweriyê bidin wan û di asta cîhanê de kar bikin ji bo ku karesata Şingalê û Êzdiyan weke jenosîd bê naskirin.

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi derbasbûna heft salan di ser komkujiya Kurdên Êzdî re dike û dibêje, “Di bîranîna pir bi êş û azar a heft saliya komkujiya Şingalê û derdora wê de, em bi rûmet ve qurbaniyên xûşk û birayên me yên Êzdî bi bîrtînîn û serê rêz û rûmetê ji bo wan ditewînîn. Ew tu demekê ji bîra me û gelê Kurdistanê û mirovayetiyê naçin. Hevsozî û hevxemiya xwe li gel malbat û kesukarên wan û hemû piştevaniyekê xwe ji bo wan dûpat dikin.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje, piştî heft salan hê jî “em û tevahiya mirovayetiyê ji ber dirindeyî û tawankariya terorîstên DAIŞê di şokê de ne” û radigihîne, lê belê “xûşk û birayên Êzdî li Herêma Kurdistan û Iraqê bendewariya wan li me hemûyan heye û divê em hemû alî hewlên xwe bikin yek daku kêşeyên wan çareser û pêdiviyên wan dabîn bikin, daku bikarin bi piştgîrî û hevkariya me hemûyan birînên xwe bikevînin, ji bo aştiyê, ber bi paşerojeke baştir û jiyaneke aram, pêngavên pratîkî bavêjîn.”

Di beşeke peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê behsa giringiya zêdekirina rol û beşdariya civaka Êzdî di hemû warên jiyanê de li Herêma Kurdistanê û Iraqê dike û dibêje, “Divê di warê siyasî û desthilat û hikûmetdarî û kargêrî û yasayî û civakî ve li Iraq û Herêma Kurdistanê beşdarî û hevbeşiya rasteqîne ya Êzdiyan û tevahiya pêkhatan berfirehtir û çalaktir bê kirin. Karê hevbeş zêdetir bê kirin ji bo ku revandiyên Êzdî bêne rizgarkirin û çarenivîsa wendabûyan bê eşkerekirin. Divê ewlehî û aramiya navçeyên wan parastî be û bêne avedankirin daku bikarin bi serfirazî vegerin, ji hemûyan girîngtir jî em hemû hevkar bin heta baweriya wan bi wan bi xwe vegere.”

Nêçîrvan Barzanî tekez dike, ku Kurdên Êzdî ti caran bawerî û ola xwe ji dest nedane û li ber xwe dane û diyar kir, “Pêkhateya Êzdî ku bi hezaran sal e bingeheke bihêz a pêkvejiyan û lêborînê û hevdûqebûlkirinê ye, piştî wan hemû karesatên di dîrokê de bi ser wan de hatine, can û ser û malên xwe dane, lê belê ti carî bawerî û ola xwe ji dest nedane û bi xweragirî mane. Em piştrastin bi xwest û îradeya wan a bihêz ev birîna wan jî tê kevandin, lê belê erkê me û tevahiya mirovayetiyê ye ku piştrastî û baweriyê bidin û li ser asta cîhanê kar bikin ji bo ku ew karesata li Şingalê û Êzdiyan wek jenosîd bê nasandin.”

Barzanî pêşwazî li biryarên parlamentoyên Hollanda û Belcîkayê bo naskirina komkujiya Kurdên Êzdî wek jenosîd dike û destnîşan dike, “Her di vê derbarî de pêşwazî û destxweşiyê li pêngavên vê dawiyê yê li Iraq û li Parlsmentoya Belcîka û Hollanda û ewên pêştir jî dikim û ji bo vê mebestê li gel Neteweyên Yekgirtî û UNITAD û hemû aliyên peywendîdar û civaka navdewletî bi giştî di hemahengî û hevkariya de berdewam dibin. Em kar dikin ji bo ku ew tawankarên DAIŞ bên cezakirin û dadperwerî ji bo qurbaniyan bê bicîhkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê dubare piştgiriya xwe bo guhertina statuya Şingalê ji qezayê bo parêzgehê nîşan da û got, “Em hemû piştgiriyek ji bo daxwaza bi parêzgehbûna Şingalê dûpat dikin û ji bo serxistina vê projeyê li gel Hikûmeta Federalî ya Iraqê û parêzgeha Mûsilê kar dikin. Em daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin li gor yasaya rizgarbûyên Êzdî ku Encumena Nûneran pejirandiye, qerebûya qurbaniyan û malbat û kesukarên wan bike.”

Di dawiya peyamê de jî serok Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje, “Di vê bîranînê de rêz û silav li giyanê tevahiya qurbaniyan, rêz û silav li giyanê Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê ku bi serkirdayetî û serpereştiya raste rast ya Serok Barzanî ji bo rizgarkirina Şingalê û dewrubera wê de canên xwe gorî kirin.”

 

Rudaw

Top